UNITED WE STAND (KU)

Bi yekbûy î em li pê sekinîne Berxwedana sertar – Zordest îya sertar – Palpi ştiya me çek e.

G20 derbas bû, lê ji bo me ti sebeb tune ku em derbas bin rojeva edetî!

Ji 100.000 zêdetir mirovên ji hemû tebeqayan û aliyan li dijî G20 li Hamburgê xwe pêşandin. Ji bere de êrîş dan berxwedanê, kemp û meş hatin qedexe kirin, mal hatin lê gerîn. Xeternakî hat axaftin, ragirtin û qedexeya têketina Almanyayê. Di dema rojên protestoyê de jî polîsan bê hêjmar mirov birîndar kirin, bi sedan çalakwan hatin ragirtin an jî hatin girtin. Niha jî 36 ji wan di girtîngehê de ne, gelek ji wan hevkaran jî ji welatên xerîb hatin Hamburgê ku G20 protesto bikin.

Hevkarên me hatin girtin, çiku em li dijî politikaya G20 a bê mirovatî, li Hamburgê li kolanan meşiyan. Niha jî pewîstiya wan bi alîkariya me heye, Em bi vê ve ne tenê ji bo ên ku niha hatine girtin difikirîn, lêbelê emê ji bo mirovan, ên ku di bin zordestiyê bikevin jî biramîn. Divê palpiştiya sade cûrbicûrî be. Ji bo dozan pewîstî bi gelek pereyan heye, lêbelê xebat ji bo gelemperî jî. Hewcehî bi alîkariya her yekî/ê û bi biryardarî li dijî zordariyê bûna hemûyan heye. Hedefa me ew e ku, girtina palpiştiya navnetweyî û hemû koman bihevrebe ku zêdetir mirov alîkarî xebatê bikin.

Di pêşî û dema civîna G20 yê de, ne fesadiya çapemeniyê ne jî a hêzên asayişê kanîn bûn me perçe bikin. niha şinda jî ew nikanîn me perçe bikin! Her wiha ew civîna G20 derbasbe jî têkoşîna me ji bo cîhaneke baştir bê şer, bê kedxawerî, bê zextî û girtingeh berdewam e. Û emê wê têkoşînê bi bevalên ên ku di girtingehan de ne berdewam bikin
Bi yekbûy î em li pê sekinîne!

Çi dikane ş ênber were kirin:

  • Komkirina pereyan, bexş ji bo mirovên ku di girtîngehê de ne, ji bo parastina wan bi alîkarî parêzeran, ji bo doza cezayan, jı bo alîkariyê…
  • Civînên agahdariyê, ji bo zordestiya ku dû G20 yê tên, organize bikin.
  • Bîraxaneya palpiştî, mîhrîcan û konser
  • Agahdarîkirina ciwak (afiş, tîşort, pelgên agahdariyê û)
  • Xwepêşandin û meş
  • Alîkarî ji bo endam û hevalan organize kirin
  • Name nivîsandin

Konto ji bo bexşan
Ji bo dozan:
Rote Hilfe e.V.
Sernav „G20“
IBAN: DE25 2605 0001 0056 0362 39
BIC: NOLADE21GOE
Sparkasse Göttingen

Ji bo alîkarîya Kampanyay ê di cih de:
Rote Hilfe e.V.
Ortsgruppe Hamburg
Sernav: „United we stand“
IBAN: DE06 2001 0020 0084 6102 03
BIC: PBNKDEFFXXX